Sar û serma

Merheba ji wer canik û camêrno. Hêdî hêdî em ji payîzê derbasî zivistanê dibin. Barana ku em jê ra dibêjin payîzxêrk destpê kir. Li welatê me va çend salên dawîn barana payîzxêrk ne diket û ne jî serma dihat. Dibû meha berfanbarê lê wek havînê bû. Lê îsal va ji niha de baran û sermayê despê kir. Bo wê her kes kêfxweş e û dibên îsal rehma Xwedê wê baş be. Bawer im tenê ez di tatêlê de me. Ji ber ku ez ji sermê re tune me. Ku hema bayekî hênik li min dixe ez nexweş dikevim. Û bi baran û serma ewil ez nexweş ketim jî. Weke min got serma îsal zû hat. Û me tu kesî amedekariya sermê nekiribû. Ew roj gava baranê dayê, em giş pîqut bûn.

Te dî qird e. Çima ez jî ne li kuçê bûm. Ez şilo pilo bûm. Kesê ku ji baranê direviyan jî min qerf dikir û min digo, kuro ma meriv ji rehma xwedê direve. Weke yek ji min ra bibêje, eroo ev tu bûy, te ew qerf dikir lo. Sîng û poz li min xetimî. Gewrî li min ket. Ez hîn nû bi ser hişê xwe hatim. Îja her kes ji min ra dibêje, ma çawa çê bû, te serma girt. Her û wer baranek ket û ti serma jî tuneyî. Hew piçkî dinya hênik bûye.

Hey malnexerabno, ma ez derewan dikim an qey kêfa min ji nexweşiyê re tê. Yê ku ji nexweşiyê dike irt û çirt ez im. Ma qey hûn nabînin. Ji wê rojê şûn de min cilê xwe yê zivistanî derxistin û min li xwe girêdan. Îja kî min bi van cila dibîne dibêje, te ji niha de zivistan anî. Ma te xêr e, hîn havîn e û germ e. Erê heyra xweziya min bi dilê we. Kêfa min ji lixwekirina cilê qat bi qat nayê, lê neçarim. Yê ku nexweş dikeve ez im. Bi ya wan be, bila ez her roj nexweş bim û bila ez cilê zivistanî li xwe nekim. Heyra hûn heta sibê jî qerfê xwe bi min bikin, ez bi ya we nakim û hewce bike ez ê ji niha de lepika jî bixim destê xwe.

Belê, her demsal xweşbûna wê heye. Lê bila kes dilê xwe negre ez ji zivistanê hez nakim. Ka tê ji çiyê zivistanê hez bikî. Her roj sar û serma, her roj baran û pûk. Zivistan ya dewlemenda ye. Havîn ya feqîrê weke min e lo. Lê xweziya min jî weke her kes î karîbûya zivastan bi xweşî derbas bikira. Hin kes dinya qeşa digrê jî tew ne xema wan e. Yek jê jî pismamê min e. Sala çû çelê zivistanê bû. Serê sibê bo ku ez herim dibistanê ji xewa şêrîn rabûm û min ji ber sermê zû bi zû xwe girê da û derketim derve. Gava ez gihaştim ereba xwe min dî ji ser xaniyê xwe pismamê min bang min kir û silav da min. Wexta ku min lê nêrî ez matmayî mam. Camêr hema bê nîvtazî bû. Atlêtê pîqut û sîng vekirî lê û li ser xanî diçû û dihat. Min jê re go; ma te xêr e pismam tu wa tazî derketî ser xanî. Ma havînê li te daye. Go, na xweş e. Min go, ev tu çawa dibê xweş e gidî.

Hela li cama erebeya min binêre. Serê xwe dirêj kir û li cama erebeya min nêrî. Matmayî ma û go; ew qeşa ye cama te girtiye. Min go; ma tu nabînî pismam. Ne şûxlê heneka, qir û qeşa girtiye. Tu jî tazî digerî. Hîn em bi galgal bûn cîranê me jî ji mala xwe derket. Ji sermê wî jî xwe bi cila hişk girêdabû. Cîranê me gava pismamê min dît bi dengê hêl keniya.

Go; cîran qey zivistan ber te de nayê. Pismamê min li ser xanî şaşo poşo ma. Hew go, wele nizam bi min ne sar e. Min bêhn da û min go, pismam binêre ji serma bêhna me kelmazo dide. Min go, pismam em di meha ku dema em zarok bûn bo ku em serma negrin, te dît mezinê me, ji me ra digotin; sar û sermaye, derpiyê pîrê qetyayî, serî li kalo geriyayî û me dixistin bin lihêfê. Piştî vê gotinê ez û ciranê xwe bi ken em li erebeyên xwe siwar bûn û ma da rê.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

xxx